Seydo Çeto: Rêkeftina Şingalê destpêka bicîhanîna madeya 140 e
Serokê encumena parêzgeha Mûsilê, Seydo Çeto ji BasNewsê re got, Şingal yek ji bajarên parêzgeha Mûsilê ye û di warê siyasî de jî dikeve çarçoveya madeya 140 ya Destûra Iraqê.
Seydo Çeto her wiha got, ew rêkeftina ku hikûmetên Iraq û Kurdistanê li ser rewşa Şingalê îmze kirine, kilîla çareserkirina pirsgirêkên Şingalê ye çimkî tevahiya hêzên ne qanûnî yên mîna PKKê dê ji Şingalê bên derxistin û rêveberiyeka nû bo wir bê danîn. Normalkirina rewşa Şingalê bi sûda xelkê Şingalê ye bi taybet di warên ewlehî û avedaniyê de.
Serokê encumena parêzgeha Mûsilê anî ziman, xaleka din ya girîng ya rêkeftina Şingalê, îstixdamkirina 2500 xortên Şingalî ye. Ev tiştekî pir baş e.
Bi gotina Seydo Çeto, rêkeftina Şingalê destpêka bicîhanîna madeya 140 ya Destûra Iraqê ye li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê.
Basnews
