Nêçîrvan Barzanî û balyozê Brîtanya rewşa Iraqê gotûbêj kirin
Di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya, rewşa Iraqê bi giştî û rewşa aborî ya zehmet bi taybetî, herwiha gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina pirsgirêkan, metirsiyên terorê û erkê Hevpeymaniya Navdewletî hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya hevbeşiya di navbera xwe de û pêşxistina peywendiyan bi taybet di warê aborî de kirin.
Nêçîrvan Barzanî got, Brîtanya û civaka navdewletî dikarin bo aramî û avakirina saziyan, alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin.
Stephen Hickey, Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê jî di vê civînê de kêfxweşî û piştevaniya xwe ji bo gav û pêşveçûna gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çarfeserkirina pirsgirêkan nîşan da û hêvî kir, ku herdu alî hemû pirsgirêkan çarfeser bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û tevahiya pirsgirêkên navxwe yên Iraqê bi kilîda aramî û asayişa welat bi nav kir.
Rudaw
