• Friday, 06 February 2026
logo

Amerîka daxwazê ji Siûdiyê dike peyvendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî bike

Gulan Media October 15, 2020 Nûçe
Amerîka daxwazê ji Siûdiyê dike peyvendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî bike
Wezîrê derve yê Amerîkayê duh li Washingtonê di hevdîtineke li gel wezîrê derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan de daxwax ji Siûdiyê kir peyvendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî bike.

Mike Pompeo di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Em hêvîdarin Siûdiye pirsa asayî kirina peyvendiyên li gel Îsraîlê bixe bernameya xwe ya kar û ji ber wan alîkariyên wan ên ji bo serkeftina peymana Abraham kirine, em spasiya wan dikin.’’

Mike Pompeo hêvî xwest ku Siûdiye rêberên Filîstînê îqna bikin ku vegerin ser masa danûstanê û guftûgo li gel Îsraîlê bike.

Basnews
Top