• Friday, 06 February 2026
logo

Hêzên Îranî kasibkarekî Kurd qetil kirin

Gulan Media October 15, 2020 Nûçe
Hêzên Îranî kasibkarekî Kurd qetil kirin
kasibkarek jî hatiye girtin.
Tirimbîla wî ketiye nava dolekê de û canê xwe ji dest daye.

Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li bajarê Seqizê êrîşî ser tirimbîla kasibkarekî Kurd kirine û di encama êrîşa han de tirimbîlê kasibkarê Kurd ketiye nava dolekê de û canê xwe ji dest daye.

Kasibkarê ku canê xwe ji dest daye navê xwe Hîwa Wekîliye û bavê du zarokane.

Hate zanîn ku kasibkarekî din li gel Hîwa Wekîlî bûye û ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve hatiye girtin.

Top