• Saturday, 07 February 2026
logo

Îsraîl û Lubnan bi navbeynkariya Amerîkayê wê bicivin

Gulan Media October 14, 2020 Nûçe
Îsraîl û Lubnan bi navbeynkariya Amerîkayê wê bicivin
Bi navbeynkariya Amerîkayê Îsraîl û Lubnan bo çareserkirina kêşeyên xwe yên zevî û sînirên avê wê li hevdu bicivin.

Ajansa Reurtersê belav kiriye civîna şandên Îsraîl û Lubnanê îro roja çarşemê 14.10.2020an li baregeheke Neteweyên Yekgirtî bi navbeynkariya Amerîkayê bi rêve diçe.

Bepirsên Îsraîl û Lubnanê beriya bi demekê aşkere kiribûn wê dest bi guftugo û danustandinan bikin bo pirsa çareserkirina sînorê av û zeviyan lê dem diyarnekiribûn.

Îsraîl û Lubnan hîn jî bi awayekî fermî weke du welatên di şer de ne û carûbar êrîşî hevdu dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ew danûstendin weke danûstendinên mêjûyî wesif kir.

Basnews
Top