"Termên 78 çekdarên Sûrî ji Azerbaycanê veguhestine Sûriyê"
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, heta niha termên 78 çekdarên Sûrî ji Azerbeycanê bo Sûriyê hatine veguhastin û termên gelek çekdaran jî winda ne.
Rewangehê amaje bi wê yekê jî kiriye ku hejmara kuştiyên çekdarên Sûrî li Azerbeycanê gihaye 119 çekdaran.
Herwiha Rewangeha Sûrî destnîşan kiriye; Tirkiye niha amadekariyên veguhestina 400 çekdarên din jî dike.
Berî niha Rewangehê belav kiribû, ku hejmara çekdarên opozisyona Sûriyê yên ku gihane Azerbeycanê gihiştiye 1.450 çekdaran.
K24
