• Friday, 06 February 2026
logo

Cotiyar Adil encama civîna Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê aşkere kir

Gulan Media October 14, 2020 Nûçe
Cotiyar Adil encama civîna Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê aşkere kir
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil piştî civîna Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê di kongreyeke rojnemevanî de axivî û da zanîn ku wê perwerde weke halê niha berdewam bike.

Îro roja çarşemê 14. 10.2020an Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê bi serperiştiya Wezîrê Navxwe û Wezîrê Tendirustiyê û çend wezîran û serokên encûmenên parêzgehan civiyan û piştî civînê Dr. Cotiyar Adil di kongreyeke rojnemevanî de behsa naveroka civîna Lîjneya Bilind a Koronayê kir û da zanîn biryar hatiye dayîn perwerde weke halê niha berdewam bike û rêyên xweparastina ji Koronayê wê berdewam bin.

Herwiha Cotiyar Adil tekez jî kir wê hemû alî berdewam bin bo cîbicîkirina tedbîrên nexweşiya Koronayê û wê perwerde jî berdewam bike.

Li ser bestina mask jî Dr. Cotiyar Adil got: “ Her kesekî mask bikar nîne wê were cezakirin Wezareta Navxwe wê wan cezayan diyar bike û wê li hemû dezgehên hikûmî tedbîrên xweparastina ji Koronayê berdewam bike. “

Basnews
Top