• Sunday, 08 February 2026
logo

Pevçûn di navbera Kurd û Erebên hawirde de der ket

Gulan Media October 14, 2020 Nûçe
Pevçûn di navbera Kurd û Erebên hawirde de der ket
şêniyên deverê daxwaza hevkariya bilez dikin.
Erebên hawirde dixwazên gundên Kurdan dagîr bikin.

Di çarçoveya hewldanên Erebên hawirde de yên ku bi piştîvaniya artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî tên dayîn, îro careke din hijmarek Erebên hawirde xwestine gundeke Kurdan li devera Pilekane dagîr bikin.

Dema erebên hawirde çûne deverê û xwestin gundê dagîr bikin, şênî û Cotkarên Kurd yên gundê bi dar û beran li berdem wan rawestan û rê nedan Erebên hawirde gud û zeviyên wan dagîr bikin.

Şêniyên Kurd yên deverê behsa wê yekê dikin ku erebên hawirde her roj hewl bo dagîr kirina gundekê didin lewre daxwaza hevkariya bilez ji hikûmet û xelkê Kurdistanê dikin.

Top