• Saturday, 07 February 2026
logo

Hevserokên HDPê bi Wezîra Derve ya Swêdê re hevdîtin kirin

Gulan Media October 14, 2020 Nûçe
Hevserokên HDPê bi Wezîra Derve ya Swêdê re hevdîtin kirin
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Perwîn Buldan û Mithat Sancar li gel Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li Enqerê hevdîtinek encam dan.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Partiya Demokratîka Gelan HDPê ve hatiye belavkirin, herdu hevserokên giştî yên HDPê Buldan û Sancar li Balyozxaneya Swêdê ya li Enqerê li gel Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde hevdîtinek encam dane.

Di hevdîtinê de Hevberdevkên Komîsyona Peywendiyên Derve ya HDPê, Feleknaz Uca û Hişyar Ozsoy amade bûne.

Di hevdîtinê de, mijarên weke rola Tirkiyê di pêşhatên siyasî û leşkerî de li Rojhilata Navîn, Rojhilatê Deryaya Spî û Kafkasê, herwiha pêwendiyên di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê de, hatine nirxandin û gotûbêjkirin.

Herwiha Hevserokên HDPê û Wezîra Derve ya Swêdê derbarê Pirsa Kurd û çareserkirina wê bi rê û rêbazên aştiyane, êrîş û zextên li ser HDPê û opozisyona demorkatîk û rêxistinên civaka sivîl (NGO) û binpêkirinên mafên mirovan û hiqûqê de jî gotûbêj kirine.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde duh bi serdanekê li Tirkiyê bû û li gel hevtayê xwe yê Tirkiyeyî, Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin pêk anîbû.

Di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de, Wezîra Derve ya Swêdê rexneyên tund li siyaseta Tirkiyê ya li navçeyê û bi taybet li Deryaya Spî, Nagorono Karabaxê û herwiha destwerdana wî welatî li Sûriyê girtibû û gotibû, divê Tirkiye ji bakurê rojhilatê Sûriyê vekişe.

Li ser wan rexne û gotinan, Çavuşoglu bersiva Ann Linde dabû û gotibû, tu bi çi maf û desthilatî vê yekê ji Tirkiyê re dibêjî û daxwaz kiribû, ku Linde gotina xwe sererast bike.

Rudaw
Top