• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Dêra Zorê 19 çekdarên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatin girtin

Gulan Media October 13, 2020 Nûçe
Li Dêra Zorê 19 çekdarên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatin girtin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di operasyonekê de 19 çekdarên DAIŞê li herêma Dêra Zorê girtin.

HSDê û hêzên hevpeymaniya navdewletî, 10 Cotmehê li bajarê Dişîşa û Siwer ên herêma Dêra Zorê, li dijî şaneyên DAIŞê operasyonek pêk anîn.

Di encama operasyonê de, 19 çekdarên DAIŞê hatin girtin. Her wiha jimareke çek û cebilxane jî hat zeftkirin.

Berî hefteyekê jî, li bajarokê Zîban ê gundewarên başûrê Dêra Zorê, HSDê operasyoneke lêgerînê li dijî şaneyên DAIŞê pêk anîbû, di encamê de 8 çekdar hatibûn girtin.

Basnews
Top