• Friday, 06 February 2026
logo

Dogu Perînçek: Dewleta Tirkiyê dê di demek nêzîk de Ocalan derxîne ser televîzyonê!

Gulan Media October 13, 2020 Nûçe
Dogu Perînçek: Dewleta Tirkiyê dê di demek nêzîk de Ocalan derxîne ser televîzyonê!
Serokê giştî yê Partiya Vatan ya Tirkiyê, Dogu Perînçek dibêje, dewleta Tirkiyê dê “di demek nêzîk de” Evdile Ocalan bîne ser televîzyonê û bi rêka wî bang li PKKê bike dest ji şer û çekan berdin!

Siyasetmedarê tirk û serokê giştî yê partiya Vatan ya Tirkiyê, Dogu Perînçek, şeva borî di bernameya zindî ya Haber TURK TV de tiştek sosret got.

Dogu Perînçek behsa rêberê girtî yê PKKê Evdile Ocalan kir û got, dewleta Tirkiyê dê di demek nêzîk de Ocalan bîne ser televîzyonê û vê yekê bi wî bide gotin: Dest ji çekan berdin! Me xeletî kir!”

Perînçek her wiha got, Ocalan niha di destê MÎTê de mîna pêlîstokekê tê bikaranîn.

Dogu Perînçek, salên 1989 û 1991 wek rojnamevanekî li Lubnan û Sûriyê bi Ocalan re hevdîtin kiribû.

Basnews
Top