Li Herêma Kurdistanê qurbaniyên bi Coronayê 2000 kesan derbas kir
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, di 24 demjimêrên derbasbûyî de ji 5 hezar û 334 testên nû yên taybet bi koronayê, encama testa koronaya 720 kesan pozîtîv bûye û herwiha 26 haletên mirina bi Coronayê hatine tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir, ji 26 kesên ji ber vîrusa Coronayê mirine jî 2 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Raperîn, Kesek li Helebce, kesek li Germiyan û 11 kes li Duhokê ne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, di 24 demjimêrên derbasbûyî de li Hewlêrê 291 kes, li Silêmaniyê 142 kes, li Germiyanê 27 kes, li Helebce 14 kes û li Duhokê 246 kes bi vîrusa COVID-19 ketine.
Wezaretê herwiha diyar kiriye, ku ji duh heta îro 396 kes ji nexweşên Coronayê li Herêma Kurdistanê baş bûne, ku 106 kes ji wan li Hewlêrê, 39 kes li Silêmaniyê, 39 kes li Germiyanê, 202 kes li Duhokê û 30 kes jî li Helebceyê ne.
Ji destpêkê ve heta niha li Herêma Kurdistanê 56,465 kes bi vîrusa Coronayê ketine û 35,276 kes baş bûne û 2018 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Rudaw
