Ebduselam Berwarî: Dibe ku PKK li ber rêkeftina Şingalê rêgir bibe
Li ser girîngiya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, ku roja 9ê Cotmehê li Bexdayê hat îmzekirin, Ebduselam Berwarî eşkere kir: “Ev rêkeftin li ser rêyeke rast gava yekem e, ku Hikûmeta Federal avêtiye. Ev dide nîşandan ku raman guheriye û gihiştine wê biryarê ku sînorê deverên madeya 140, divê bi hevbeşî were îdarekirin û weke serdema "Ebadî" û "Malikî" ku hewl didan yekalî bibe, têk çû.
Ebduselam Berwarî diyar kir: “Ez hêvî dikim û gelek dixwazim ev rêkeftin were cîbicîkirin. Çimkî rêya rast a cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê ye û diviyabû em bi vî awayekî li Mexmûr, Şingal, deşta Neynewa, Diyale, Xaneqînê dest pê bikira û cihê dawî jî, me behsa çareseriya rewşa Kerkûkê bikira, bêguman wê demê çareserî dê hêsantir bibûya.”
Li ser rêgiriyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li ber cîbicîkirina rêkeftinê, Ebduselam Berwarî diyar kir: “Erkê PKKê ye ku rêgirî bike û nehêle ev rêkeftin were cîbicîkirin. Dibe ku ew bibin amrazek bi fîtê aliyekî din ji bo rêgiriya li cîbicîkirina rêkeftinê bixebitin. Ew grûpên ku ligel Heşd in û hene, dibe ku hêsantir bibin ji bo razî bibin, lê çekdarên PKKê dibe ku hewl bidin ku xwe ferz bikin, çimkî sirûşta PKKê ye ku xwe ferz dike.”
Berwarî destnîşan kir: “Amerîka ji bo cîbicîkirina rêkeftinê piştevaniya Iraqê dike û dibe ku eger pêwîst bike, piştevaniya esmanî jî bike.” Herwiha got: “Ez hêvî dikim ku bêyî şer dawî bibe.”
