• Saturday, 07 February 2026
logo

Projeyeke girîng îro li Raniyeyê destpê dike

Gulan Media October 13, 2020 Nûçe
Projeyeke girîng îro li Raniyeyê destpê dike
10 miliyar dînar bo hatiye dabînkirin.
Serokwezîr bi merasimekê destpê kirina projeyê radigehîne.

Biryare îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana devera Raniyeyê bike û destpê kirina projeyeke girîng li Raniyeyê ragehîne.

Ew projeya han çê kirina pira Derbenda Raniyeyê ye ku hikûmet di çaroveya bernameya xwe ya awedan kirinê de bi qasî 10 miliyar û 300 miliyon dînar bo çê kirina wê pira han dabîn kiriye.

Her îro wê Serokwezîr destpê kirina çend projeyên din yên curbicur li devera Raperînê ragehîne.
Top