• Friday, 06 February 2026
logo

Xelk dixwaze bi xwarinên xwezayî xwe ji Coronayê biparêze

Gulan Media October 13, 2020 Nûçe
Xelk dixwaze bi xwarinên xwezayî xwe ji Coronayê biparêze
Li her welatekî xelk ji bo xweparastinê serî li rêbazên cuda dixe. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî gelek gotegot belav dibin û hinek caran dibêjin xwarina serûpê baş e, hinek kesan demekê vexwarina ava simaqê pêşniyar kirin, her yek tiştekî dibêje û xelk dikeve bin bandora wan gotegotan. Lê gelek welatî jî li ser hişyariya pisporan berê xwe didin berhemên organîk.

Vîrûsa corona li tevahiya cîhanê berdewam e ku jiyana xelkê têxe tengasiyê. Li her welatekî xelk ji bo bergiriyê serî li rêbazên cihê dixe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî gelek gotgote belav dibin ku hin tişt ji coronayê re baş in. Gelek kes berê xwe didin van gotgoteyan. Lê gelek welatî jî li ser hişyariya pisporan berê xwe didin berhemên organîk. Li nava Tirkiye jî beşeke mezin ji berhemên sirûştî û organîk ji Bakurê Kurdistanê têne berhemanîn.

Ji ber wê firoşkarên berhemên organîk kêfxweş in û berhemên Bakûr jî baştir têne firotin.

Li Stenbolê Bazara Jinan yek ji bazarên firoşkarên berhemên organîk e. Temamê esnafên vir ji bajarên Bakurê Kurdistanê ne. Berhemên ku têne firotin jî bi temamî ji Bakurê Kurdistanê diçin. Vîrûsa Corona dike ku bazar ji berê germtir û qelebeliştir be.

Welatiyê bi navê Medenî Tagu dibêje: “Welleh gelek wisa dibêjin û em jî ji xelkê dinêrin û dikirin. Dibin li malê dixwin. Genc pê dikevin, lê temendirêj bêhtir pê dikevin. Em jî xwe muhafaza dikin û ewqas. Em jî bi piranî tiştên organîk dixwin. Tiştên aliyê me ên berê çêdikin. Weke zencefîl, sîrke û simaq filan em dixwin.”

Welatî Ayhan Kartal jî got: “Welleh penêrê gunda heye, tişt miştê ku ji welêt tê hene û emj î têne distînin.”

Esnaf Burhan Ertaş jî wiha axivî: “Başe gelekî baş e. Li vê bazarê hemû tişt organîk in. Ji nexweşiyê re baş in. Hingive û tiştên din in.”r

Pispor hişyariya sîstema bergiriya laş dikin. Ji bo wê jî bikaranîna berhemîn organîk grîng e. Ew yek dike ku eleqeya digel van bazaran zêde bibe. Tevî qeyrana aborî jî bazarên organîk bala xelkê dikêşin.

Esnaf Îbrahîm Îlkaya jî got: “Ji roja nexweşî hatiye vir ve kar zêde dibe. Niha gelekî baş e. Helbet weke berê nîn e ji ber krîza aborî lê baş e. Bêhtir xelk gûza distîne, fisteqan distîne, hingiv, dims, bihîvan distînin. Bêhtir şêranî. Sûcûq, bastîx. Bêhtir berê xwe didin van tiştan.”

Esnaf Rifat Tanriverdî jî da zanîn ku eleqa xelke pir zêde bûye û got: “Tirî û qetîx û berhemên xwe em baş difroşin. Karê me neket wellet kar zêde bû şikir, vê nexweşiyê de jî. Ji ber nexweşiyê eleqa xelkê digel tiştên organîk zêdetir bûye.”

Mezintirîn bazara organik li Stenbolê Bazara Jinan e. Di nava xelkê de ew der weke ‘Kurdistana Biçûk’ tê binavkirin. Nêzikî 50 firoşkar her cor berhemên gund û ên organîk difiroşin. Karê esnafan ji sedî 30 zêde bûye ji beriya coronayê.

Rudaw
Top