Wezareta Pêşmerge û Berevaniya Iraqê 3 pirsan guftûgo dikin
Emîndarê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji K24ê re ragihand, “Civînên Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya Hevahengiyê ya Wezareta Pêşmerge civînên wê yên berdewam bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê re hene. Civîn carekê li Hewlêrê û carekê li Bexdayê ne. Civîna vê carê li Bexdayê bi Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya Hevahengiyê ya Operasyonên Hevbeş re ye. Guftûgoyan li ser hevahengiya li navçeyên ku DAIŞê lê kiryarên teroristî encam dide dikin.”
Cebar Yawer got jî: “Di civînê de 3 babetên sereke tên guftûgokirin. Ew babet, damezirandina navendên hevahengiyê di navbera efserên Pêşmerge û artêşa Iraqê de ne. Ew 6 navend in. Ji wan 2 navendên sereke li Bexda û Hewlêrê dibin. 4 navendên din jî li Kerkûk, Diyale, Mexmûr û Mûsilê dibin.”
Emîndarê Wezareta Pêşmerge da zanîn jî: “Babeta din jî, encamdana operasyonên hevbeş e. Bi taybet li cihên ku DAIŞ binke û baregehên xwe li danîne û tevgera wan lê heye.”
Herwiha aşkere kir: “Pêştir me li ser vê mîkanîzmê guftûgo kiribû, di civîna îro de dixwazin biryarê li ser cibicîkirina wan xalan bidin, Heger li ser wê mîkanîzmê rêkeftin, dest bi pêngavên kirdarî dikin.”
