• Saturday, 07 February 2026
logo

Balyozê Azerbaycanê yê li Bexdayê: Tirkiye tenê piştevaniya siyasî bo me dike

Gulan Media October 13, 2020 Nûçe
Balyozê Azerbaycanê yê li Bexdayê: Tirkiye tenê piştevaniya siyasî bo me dike
Balyozê Azerbaycanê yê li Bexdayê Nesir Memedo derbarê şerê navbera Ermenistan û welatî wî de li ser herêma Nagorno-Karabaxê ragihand ku ew nûçeyên dibêjin Tirkiyê ji Sûriyê çekdarên cîhadî weke piştevanê Azerbaycanê bo wê herêmê vuguhestine, dûrî rastiyê ne û bi gotina wî Tikiye tenê piştevaniya siyasî bo wan dike.

Nesir Memedo, Ermenistanê li herêma Nagorno-Karabaxê weke “dagirker” bi nav dike û îdia dike ku Ermenistan li wê herêmê komkujiyê dike û demografiyê herêmê diguherîne.

Memedo bi bîr xist ku piştî civîna sê alî ya wezîrên derve yên Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê li Moskowê ku bi destpêşxeriya Rûsyayê hat encamdan, Azerbaycan û Ermenistanê li ser rawestandina şer û ragihandina agirbestê li herêma Nagorno Karabaxê li hev kirin û got Rûsya li herêmê hêza xwedî bandor e.

Balyozê Azerbaycanê yê li Bexdayê Nesir Memedo di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re behsa şerê navbera Ermenistan û welatî wî de li ser herêma Nagorno-Karabaxê kir.

Pirasa herêma Nagorno-Karabaxê çi ye, çima bi salan e ev pirs di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de berdewam e?

Weke tê zanîn Karabax û heft bajêrên li herêmê axa Azerbaycanê ne, lê ji aliyê Ermenistanê ve hatine dagirkirin. Dagirkeriya ji sala 1990an ve destpê kiriye hêj berdewam e. Wate ev 30 sal e Ermenistan ew dever dagir kiriye. Ermenistanê li wê derê li hemberî Azeriyan komkujî pêk aniye û demografiya wê guhertiye. Ji ber kiryarên Ermenistanê milyonek kes neçar bûn ku cih û warên xwe li paş xwe bihêlin û birevin Azerbaycanê. Niha ew mirovên ji ber Ermenistanê revîne, li bajarên cuda yên Azerbaycanê dijîn.

Azerbaycan her tim ligel wê yekê bûye ku pirs li ser maseyê diyalogan bê çareserkirin. Ez bi zelalî bibêjim, di heyama 28 salên borî de wate ji damezrandina Grûpa Minskê ve di gotûbêjên hatine kirin de Azerbaycan her tim helwesteke erênî nîşan daye. Em niha û berê jî me xwestiye ku pirs ne bi şer lê bi rêyên siyasî were çareserkirin, em her tim vê yekê hêvî dikin û dixwazin. Lê mixabin heta niha Ermenistanê berevajoyê vê yekê helwest nîşan daye. Ew naxwazin pirs çareser bibe, lewma beşdarî pêvajoyê jî bûne. Weke tê zanîn di 27ê Îlona îsal de Ermenistanê dîsa dest bi êrişên xwe yên li dijî Azerbaycanê kir. Êrişî sivîlan jî kirin. Ji ber wan êrişa heta niha 41 kesên sivîl bûne qurbanî. Herwiha ji ber topbaranên Ermenistanê heta niha nêzîkî hezar avahiyan hatin hilweşandin û tûşî ziyanan bûn.

Sedema vî şerê dawiyê çi bû?

Wan careke din dest bi êrişê kirin. Em gelek caran bûn hedefa êrişên Ermenistanê. Di heyama sê mehên dawiyê de sê caran êrişî me kirin. Êrişa yekemîn di 12 Tîrmeha îsal dûrî sînorê Karabaxê pêk hat. Armanca wê êrişê ew bû ku Ermenistan, beşên din ên Azerbaycanê dagir bike. Bê guman ew negihîştin wê armanca xwe, çimkî artêşa me karî wê êrişê pûç bike. Piştre di 23yê Tebaxê de ji bo derxistina provakasyonê û kuştina sivîl û leşkerên me, grûpek bo herêmê şandin. Piştre jî weke min gotî di 27ê Îlona îsal de dest bi êrişan kirin û Azerbaycanê jî bersiva wan êrişan da. Azarbaycan di vî şerî de serkevtî bû û beşek axa pêştir hatibû dagirkirin dîsa rizgar kir. Armanca operasyonên me parastina axa Azerbaycanê ye. Ez dixwazim vê rastiyê zelal bikim, artêşa Azerbaycanê niha li ser axa xwe ya hatiye rizgarkirin e, ku civaka navnetewî jî vê yekê qebûl dike.

Baş e, dibe ku bi saya navbeynkariya Rûsyayê ev pirs bi temamî were çareserkirin?

Bê guman mafê Rûsyayê ku endama sereke ya Grûpa Minskê ye, heye pirsê çareser bike. Herwiha Rûsyayê ligel Azerbaycan û Ermenistanê peywendiyên dîrokî hene. Lewma Rûsya li herêmê xwedî roleke taybet e. Rûsya li cîhanê xwedî roleke girîng e û lewama di vê pirsê de rola wê nayê redkirin. Çima nebe?

Ji ber şer niha çi ziyan gihîştine Azerbaycanê û çend leşkerên wê hatine kuştin?

Niha amarên heta duh li ber destên me hene. Heta duh 41 welatiyên me yên sivîl canê xwe ji dest dane û zêdeyî 200 kesan jî birîndar bûne. Herwiha ji ber şer ziyan gihîştine nêzîkî hezar avahiyan.

Hûn helwesta welatên Erebî li beramberî şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de çawa dibînin?

Weke tê zanîn Iraq endamê hinek organizasyonên navneteweyî ye. Rêxistina Alîkariyên Îslamî jî yek ji wan e. Vê rêxistinê derbarê Karabaxê de daxuyaniyek belav ku îmzeya Iraqê jî li jêr hebû. Lê heta niha me ji aliyê Iraqê helwesteke zelal an jî daxuyaniyek nebihîstiye. Ez di wê baweriyê de heta demeke nêzîk em dê helwesta Iraqê bizanin.

Di vî şerî de Tirkiye çawa ji we re dibe alîkar?

Tirkiye di vî şerê de tenê ji aliyê siyasî ve ji me re dibe alîkar. Ez dixwazim bi zelalî bibêjim, derbarê alîkariyên ku Tirkiye pêşkeşî Azerbaycanê dikin de zanyariyên derew û şaş têne belavkirin. Em bi temamî dûrî rastiyê ne û em wan red dikin. Tişta rast ew e ku em li gor rêkevtinê çekan dikirîn. Em ji Tirkiye, Rûsya, Belarûs û Ukraynayê dikirîn. Ev yek nayê wê wateya ku ev hemû welat di vî şerê de ji aliyê leşkerî ve piştevaniya me dikin. Piştevaniya Tirkiyê ji bo tenê siyasî ye. Weke tê zanîn peywendiyên me û Tirkiyê bihêz in û em wek du gelên biran e.

Tê gotin ku Tirkiye ji bo piştevaniya Azerbaycanê grûpên çekdar bo herêma Nagorno-Karabaxê şandine, ev rast e?

Nexêr, ev yek rast nîne. Ew tenê nûçeyên dewre û sexte ne. Tiştek bi vî rengî nîne û belgeyên wê piştrast bikin jî nînin. Teqez tiştek wiha nîne. Me hêzeke baş a yedek heye. Me amadekariyeke baş kiriye û herwiha hêza me ya serbazî jî bihêz e. Herwiha di depoyên me de çekên me yên pêwîst jî hene. Lewma pêwîstiya me bi aliyeke din nîne ku were li ser navê me şer bike. Ew nûçeyên hatine belavkirin bi temamî sext û derew in.

Baş e, niha li herêma Nagorno-Karabaxê Kurd hene?

Ez nizanim, derbarê vê yekê de ti zanyarî ba min nînin. Lê weke tê zanîn li Azerbaycanê pêkhateyên cuda hene û Kurd û Ermenî jî li wê derê dijîn. Ez di wê baweriyê de me ew hemû xwedî heman mafan in û bi hev re jiyaneke aştiyane derbas dikin. Ew hemû welatiyên me ne.

Helwesta Kurdên li Azderbaycanê dijî li beramberê vî şerî de çi ye?

Bê guman Azerbaycan welatê wan e, û ew jî dixwazin berevaniyê li welatê xwe bikin.

Tê îdiakirin ku Îran nerasterast piştevaniya Ermenistanê dike. Derbarê vê yekê de çi zanyarî li ba te hene?

Nexêr, tiştek bi vî rengî nîne. Me daxuyaniyên fermî yên Îranê jî dîtin, Ew ligel wê yekê ye ku axa Azerbaycanê neyê perçekirin. Herwiha Encûmena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî û saz û dezgehên din ên navnetewî qebûl dikin ew der axa Azerbaycanê ye.

Rudaw
Top