• Saturday, 07 February 2026
logo

Kerkûk.. Erebên hawirde hewl didin zeviyên kurdan dagîr bikin

Gulan Media October 12, 2020 Nûçe
Kerkûk.. Erebên hawirde hewl didin zeviyên kurdan dagîr bikin
Erebên hawirde bi niyaz in îro zeviyên cotkarên kurd li gundekî Kerkûkê ji wan bistînin, lê cotkarên Kurd belgenameyên xwe amade kirine û dibêjin, ew nahêlin ereb derbasî gund bibin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, erebên hawirde bi niyaz in îro ligel Rêveberiya Çandiniyê ya bajarokê Sergeranê biçin gundê Pelkanê û zeviyên gund bipîvin. Lê cotkarên gund belgenameyên ku diyar dikin ew zevî yên wan in bi xwe re anîne.

Her çend e Wezîrê Dadê yê Iraqê roja 23. 9. 2020an di nivîsekê de hemû biryarû girêbestên çandiniyê yê cotkarên ereb hilweşandin û daxwaz kir ku êdî kar bi wan biryaran neyin kirin, lê niha ew biryara Wezîrê Dadê li Kerkûkê neyê bicihkirin.

Pirsgirêka zeviyên kurdan li nahiya Sergeranê, vedigere sedema rêjîma Beis a rûxandî. Di sala 1987an de rêjîma Beis di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, kurd ji gundên wê nahiyê derkirin û ereb ji navend û başûrê Iraqê anîn û zeviyên kurdan li wan belav kirin.

Erebên hawirde bi piştevaniya parêzgarê Kerkûkê yê sepandî fişarê li cotkarên kurd dikin. Di nûtirîn hewl de jî, Rêveberê Çandniyê ya Kerkûkê yê bi wekalet, daxwaz ji Rêveberiya Çandiniyê ya Sergeran û Rêveberiya Bajarê Sergeran kiriye, piştevaniya erebên hawirde bikin.

Nûnerê cotkarên kurdên gundê Pelkanê dibêje: “Di dema ku her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê di civînê de ne, erebkirina li gundê me ranewestiye. Hêvîdar in serkirdatiya kurd bêne ser xetê û vê rewşê rawestînin. Wek çawa rêkeftina Şingalê hatiye kirin, li ser herêma me jî bê kirin û me ji wan pirsgirêkan rizgar bike.”

K24
Top