Osman Ocalan: PKK şer ranewstîne, dê ziyaneke mezin bibîne
Siyastmedar Osman Ocalan derbarê rêkeftina li ser Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji K24ê re ragihand, PKK wê rêkeftinê qebûl nake. PKK li dijî her cure yasa û rêkeftinê radiweste, ne di berjewendiya wê de be. PKK ziyaneke mezin digihîne xelkê navçeyê.
Got jî: “Sedema sereke yê wê pirsgirêkê, PKK ye. Ew naxwaze aştî peyda bibe. PKKê li dû pirsgirêkan digere û heta PKK hebe, dê pirsgirêk berdewam bin.”
Diyar kir: “Rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, piştevaniyeke navdewletî jê re heye. Lê tenê PKKê li dijî wê ye. Heger bi vî awayî jî berdewam be, dê ziyaneke mezin bibîne û nikare rêgiriyê li cibicîkirina rêkeftinê bike.
Wî siyasetmedarê bakurê Kurdistanê got: ”Heger PKK pabendî yasayên navdewletî nebe û di şer de berdewam bibe, dê ber bi têkçûnê ve biçe. Baştirîn bijarde, rawestandina şer e.”
Roja 9ê Cotmehê bi çavdêriya Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û şandeke Hikûmeta Iraqê rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê îmze kirin.
Li gor rêkeftinê, hêzeke xwecihî ji 2500 kesan ji xelkê navçeyê pêk tê û tevahiya grûp û hêzên çekdar ên din 5 K.M ji navenda Şingalê tên dûrxistin û ewlehiya navxwe jî radestî polîsa xwecihî dibe. Herwiha kar ji bo vegera koçberan tê kirin û îdareyeke nû ji bo wê tê pêkanîn.
Ev rêkeftin ji aliyê Netewên Yekgirtî û hin welatan ve pêşwazî lê hatiye kirin, lê grûp û hêzên ser bi PKKê ve wê rêkeftinê red dikin.
K24
