• Friday, 06 February 2026
logo

Seroka berê ya komîsyona Pêşmerge: PKK bûye serêşî ji xelk û hikûmeta Kurdistanê re

Gulan Media October 12, 2020 Nûçe
Seroka berê ya komîsyona Pêşmerge: PKK bûye serêşî ji xelk û hikûmeta Kurdistanê re
Seroka berê ya komîsyona Pêşmerge li parlementoya Kurdistanê dibêje, reftarên PKKê serêşiyê ji xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê re çêdike û ji ber PKKê deverên sînorî yên bordûmankirin.

Seroka berê ya komîsyona Pêşmerge li parlementoya Kurdistanê, Şîlan Ceifer ji BasNewsê re got, Başûrê Kurdistanê ne cihê xebat û şerê PKKê ye. Ew cihê ku lazime PKK tê de şer bike, Bakûrê Kurdistanê ye û divê hêzên xwe bibin wir.

Şîlan Ceifer her wiha got, reftarên PKKê xelk û hikûmet Kurdistanê dixe nav arîşe û serêşiyan. Deverên sînorî jî ji ber hebûna PKKê tên bordûmankirin.

Wê parlementera berê ya Kurdistanê behsa hêzên Rojhilatî jî kir û got, çendîn sal e partiyên Rojhilatî jî li Başûr in lê ew ti carî nebûne arîşe bo Başûrê Kurdistanê.

Bi gotina Şîlan Ceifer, Herêma Kurdistanê tekane hêviya tevahiya kurdan e û divê her kes wê biparêze. Tenê PKK bûye serêşî ji ber wê jî divê PKK êdî xaka Herêma Kurdistanê neke meydana şerê xwe.

Wê parlementera berê li ser rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê jî got, rêkeftina Şingalê gelekî girîng e û gaveka baş e bo dîtina çareyekê ji arîşeyên deverên Kurdistanî re.

Basnews
Top