• Saturday, 07 February 2026
logo

Rojavayê Kurdistanê: 5 nexweşên Coronayê canê xwe ji dest dan

Gulan Media October 12, 2020 Nûçe
Rojavayê Kurdistanê: 5 nexweşên Coronayê canê xwe ji dest dan
Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser 5 kesan bi Coronayê canê xwe ji dest dan û 95 kes jî bi vê vîrusê ketin.

Desteya Tendirustiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ragihand ku, di 24 demjimêrên bihorî de, 95 haletên nû yên pêketina bi Coronayê hatine tomarkirin û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ciwan Mistafa da zanîn, ji kesên ku canê xwe ji dest dane, 3 jê jin û 2 kes jî jin in, ku jinek û zilamek ji Qamişlo, zilamek ji Hesekê û du jin li Tebqa û Girkê Legê ne.

Ciwan Mistafa diyar kir ku, ji 95 pêketiyên nû 45 jê mêr û 50 jî jin in, ku 13 jê li Hesekê, 12 li Qamişlo, 15 li Dêrikê, 6 li Girkê Legê, 4 li Dirbêsiyê, 1 kes li Amûdê û 2 kes jî li Çil Axa ne.

Desteya Tendirustiyê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan jî kir, ku 13 pêketiyên berê jî ji wê vîrusê baş bûne.

Li gor amarên Desteya Tendirustiyê, li Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser de, heta niha 2,446 kes bi vîrusa Coronayê ketine ku ji wê hejmarê 84 kesan canê xwe ji dest dane û 584 pêketî jî ji wê vîrusê baş bûne.

Rudaw
Top