• Saturday, 07 February 2026
logo

Almanya: Piştîvaniyên me bo Pêşmerge berdewam dibin

Gulan Media October 12, 2020 Nûçe
Almanya: Piştîvaniyên me bo Pêşmerge berdewam dibin
dibêje em li ser perwerde kirina pêşmerge berdewam dibin.,
Fermandarê Almanî dibêje hevkarî û piştîvaniya me bo pêşmerge berdewam dibe.

Şandeke leşkerî ya Almanî bi Serokatiya Fermandarê hêzên Almanî li Kurdistanê Colonel Nogrdy serdana wezareta pêşmergeyê kir û li gel rayedarên hêzên pêşmerge civiya.

Di civînê de şanda Almanî û wezareta pêşmerge behsa hevkarî û hemahengiyênnavbera hêzên pêşmerge û artêşa Almanyayê di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de kirin.

Her di heman civînê de giftûgo li ser mijara perwerde kirina hêzên pêşmerge hate kirin û Fermandarê hêzên Almanî yên li Kurdistanê eşkere kiriye ku hevkarî û piştîvaniyên artêşa Almanyayê yên bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.
Top