Amerîka daxuyaniyekê derheqê Şingalê de dide
Têde diyar kiriye ku Amerîka pêşwaziya hewldanên hukûmeta Îraq û Hukûmeta Herêma Kurdistanê yên bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî (NY)bo çareserkirina pirsa Şingalê dike.
Wezaret dibêje, "'Em hêvî dikin ku peyman pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên demdirêj ên li Şengalê çareser bike û rê li ber vegera penaberan veke''
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku, "Divê berjewendiyên xelkê Şingalê û bi taybet qurbaniyên komkûjiyê di dilê her pilanekê de bin. Da ku aştî û aramî vegere."
Rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de wiha ye:
1- Mijara Îdarî:
a- Dê qeymeqamekî nû ji bo Şengalê bê hibijartin.
b- Piştî destnîşankirina qeymeqamê nû, komîteya hevbeş tê pêkanîn, ji bo pêdaçûnê di pêgehên îdar yên din de bike.
2- Mijara Ewlehî:
a- Polîsa Nevxweyî û dezgehên Asayişa Niştimanî û Hewalgirî bi berpirsatiya parastinê di nava qezayê de radibin û hemû grûpên çekdar ên din ji bo derveyî qezaya Şingalê tên derxistin.
b- Bihêzkirina ewlehiya wê qezayê, bi riya tayînkirina 2500 kes di navaHêzên Ewlehiya Nevxweyî li Şingalê de.
c- Bidawîkirina hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê û li navçeyên derdora wê. Herwiha nabe ti rola grûpên ser bi wê jî li wê herêmê hebe.
3- Mijara Dubere Avedankirinê:
Komîteyeke hevbeş ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevrêziya ligel îdareya xwecihî li parêzgeha Neynewayê ji bo dubare avedankirina Şingalê tê avakirin.
4- Ji bo şopandina xalên di Tewera Îdarî û Ewlehî de hatine, komîteyeke meydanî ya hevbeş ji aliyên pêwendîdar ên her du aliyan tê avakirin, ji bo çavdêriya cibicîkirina xalên rêkeftinê bikin.
K24
