• Friday, 06 February 2026
logo

Berpirsê PSDKê: Piştî Şingalê pêwîste hewla asayîkirina rewşa Kerkûk û herêmên din bê dayîn

Gulan Media October 11, 2020 Nûçe
Berpirsê PSDKê: Piştî Şingalê pêwîste hewla asayîkirina rewşa Kerkûk û herêmên din bê dayîn
Endamê Serkirdeyê Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê (PSDK) û Berpirsê Melbenda PSDKê li Kerkûkê Resûl Reûf dibêje rêkeftina asayîkirina Şingalê gelekî baş bû û divê piştî Şingalê rewşa Kerkûk û herêmên din jî werin asayîkirin.

Di hevpeyvînekê de ligel BasNewsê Resûl Reûf ji BasNewsê re axivî û got: “Her hengaweke bo asayîkirina rewşa axa Kurdistanê ji Şingalê heta Xaneqînê ku zirar ji şerê DAIŞê dîbûn gelekî baş e. Cihê kêfxweşiyê ku Şingal û herêmên din werin asayîkirin û xelkê herêmê vegerin ser mal û zadên xwe. Rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê, hengaweke girîng e bo asayîkirina Şingalê. Em hêvîdarin piştî wê rêkeftinê Kerkûk û herêmên din ê Kurdistanî jî werin asayîkirin û lewre niha ji aliyê ewlehiyê ve nearamî li wan herêman heye.”

Herwiha Resûl Reûf tekez jî kir bi hatina aramiyê li hermên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê wê xelkê penaber vegerin ser malên xwe û ew hêvî dikin di demeke nêzîk de hemû Kerkûk û herêmên din jî werin asayîkirin.
Roja înê 09.10.2020an Hewlêr û Bexda li ser asayîkirina rewşa Şingalê li hev kirin û ligor wê rêkeftinê wê îdareyeke nû were diyarkirin û hemû hêzên biyanî yên weke Heşdî Şabî û PKK li Şingalê ji Şingalê werin derxistin.

Basnews
Top