Gelê Şingalê: Bila tenê alayên Kurdistan û Merkezî hebin!
Şangal navçeyeke giring a di rojeva cîhanê de ye. Lêbelê hêj rewşa vî bajarî aram nebûye. Roja Înê ya borî Hewlêr û Bexdayê li hev kirin û rêkeftina Şingalê îmzekirin. Heger ev rêkeftin cîbecî bibe dê rewşa Şingalê aram bibe.
Şingaliyên li kempa Duhokê dimînin kêfxweşiya xwe ji bo rêkeftina Hewlêr û Bexdayê anîn ziman.
Hemwelatiyekî Şingalî dibêje, "Ez gelekî dilxweş im. Heger pêşmerge venegerin wir (Şingal) star nabe. Her wiha me divê ew hukûmeta ne yasayî derxin ji wê derê. Vêca bibe yek ala: Ala Merkezî û ya Herêmî. Wellehî ji dûh de wekî kurê min ji êqsîrî vegere çend zilamek kêfxweş dibe, gelek kêfxweş im."
Hemwelatiyeke din jî wiha dibêje:
"Asayîş û pêşmerge bi me re ye. Çaxê em bi riyekê bikevin, dixtorekî xedir (neheqî) hene. me divê li hemû cihî eman hebe. Çaxê em derkevin derve, nesaxekî xestexana be, me divê guhê wan di ser me hemûyan de be. Me divê tiştê me hemûyan kamil be. Em biçin ser cih û warê xwe. Em li ba miriyê xwe bin, em saxê vê derê bin! Rastî xweş e."
Kesayetiyeke Şingalê diyar dike ku kar û xebatên Hukûmeta Kurdistanê yên ji bo aramkirina rewşa Şingalê cihê rêzê ye. û bi hêvî ne careke din Pêşmergeyên Kurdistanê dîsa vegerin. Alaya Kurdistanê dîsa li ser çiyayê Şingalê bête bilindkirin.
Dibêje, "Me berî her tiştî divê Pêşmergeyên me yên qehraman biçin Şingal û alaya me rabe. Me nevê alayek û pên û şeş rabin! Alayek tenê be em bibine destek. Hukûmeta Herêma Kurdistanê, pêşmergeyên me yên qehreman û artêşa merkezî (Iraq) bêne Şingal, zerera me qerebo bikin, ev malên xerab bûyi em çêbikin."
2014'ê DAIŞ'ê Şengal dagir kiribû. Pêşmerge rizgar dike lê vê carê 2017 jî Haşdî Şabî û Artêşa Iraqê dagir dikin. Lewma rewşa Şingalê aram nebû. Xelk jî newêre vegere ser mal û milkên xwe.
K24
