• Friday, 06 February 2026
logo

Pizîşkê Trump: Metirsiya veguhestina vîrusê ji Trump bo kesên din nemaye

Gulan Media October 11, 2020 Nûçe
Pizîşkê Trump: Metirsiya veguhestina vîrusê ji Trump bo kesên din nemaye
Di jêr rexneyên berfireh ên medyayên Amerîkayê de, pizîşkê Koşka Sipî daxuyaniyek belav kir û ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump, êdî metirsiya ku vîrusê vughêze kesên din derbas kiriye.

Li gor pizîşk Sean Conely , Trump serdana navendên kontrolkirina nexweşiyê kir, ku diyar dibe êdî rewşa wî ne metirsîdar e da ku vîrusê veguhêze.

Sean Conely ragihand, li gor pişkinînên PCR û li gor rênimayên CDC ku dibêje, kesê pêketî bo dema 24 demjimêran taya wî namîne, êdî Trump gef nîne li ser derdora xwe.

Hinek ji pisporên pizîşkî bi guman in ku wisa di demeke zû de were ragihandin ku Trump metirsiya veguhestina vîrusê derbas kiribe. Ew dibêjin ku di heyama deh rojan de piştî naskirina nexweşiyê, piştrast nabe ku ew kesê nexweş êdî vîrusê venaguhêze.

Roja Pêncşmiya heftiya bihorî 1ê Cotmeha 2020, Donald Trump pêketina xwe û xanima yekem a Amerîkayê, Melaniya Trump bi Coronayê ragihandibû. Wê demê Trump bi helîkoptera taybet a serokatiyê bo Nexweşxaneya Walter Reed li Marylandê hat veguhastin, daku çareseriyên pêwîst werbigre.

Roja Duşemê û tenê sê rojan piştî tûşbûna wî bi Coronayê, Trump ji nexweşxaneyê derket û vegeriya Koşka Spî û şeva bihorî jî merasimeke 18 xûlekî li pêşiya Koşka Spî ji bo alîgirên xwe saz kir.

Medyayên amerîkî gelek rexneyan li Trump digirin, li ser wê yekê ku hêj 14 rojên xwekerentînkirinê temam nekiribû, vegeriya nav xelkê, di demekê de ku li gor pîvanên zanistanî û rênimayên fermî divê kesên bi Coronayê dikevin, 14 rojan xwe kerentîn bikin.

Her ji ber pêketina Trump bi Coronayê, komîteya dîbeytên serokatiyê li Amerîkayê, dîbeyta duyem a navbera Joe Biden û Donald Trump hilweşand û biryar e dîbeyta sêyem bihê lidarxistin, eger rewşek cihê dernekeve.

Biryar e Trump roja Duşemê 12ê Cotmeha 2020an li Florîdayê berdewamî bide kempîna xwe ya hilbijartinan û di rojên paşê de jî dê li wîlayetên Ayova (Iowa) û Pensîlvanya kempînên xwe birêve bibe.

Rudaw
Top