Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro Şemiyê 10 Cotmeha 2020an hemû tawanbarên ku berî îro sûc pêk anîne, efû kirin.
Rêveberiya Xweser biryarnameyek derxist û di nav de sûcên ku nakevin nava biryara efûyê, diyar kirin.
Li gor biryara efûya giştî ku bi îmza hevserokatiya Rêveberiya Xweser, îro, roja 10 cotmehê derçûye, cezayên binpêkirin û gunehan bi temamî tên efûkirin.
Cezayê cinayetan ji cezayê heta hetayê dibe 20 sal zindan û cezayê zindanê ji bo nîvî tê kêmkirin.
Eger kesê cezakirî bi nexweşiyeke bêçare be, tevahiya hikûmê wî tê efûkirin.
Sûcên ku nakevin nava biryara efûyê wiha ne: “Sûcên îxanet û ajantiyê, sûcên kuştina bi hinceta namûsê, sûcên bazirganiya madeyên hişbirê, fermandar û endamên rêxistinên terorîst ên beşdarî operasyonên leşkerî û teqînan bûne û hemû sûcdarên dozên terorê.”
Rudaw
