• Saturday, 07 February 2026
logo

Du serbazên Îranê li sînorê Urmiyê hatin kuştin

Gulan Media October 11, 2020 Nûçe
Du serbazên Îranê li sînorê Urmiyê hatin kuştin
Di encama du pevçûnên cuda de, du serbazên hêzên pasevanên sînor ên Îranê li sînorê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên fermî yên Îranê, serbazekî wî welatî li sînorê bajarê Urmiyê û yê din li sînorê bajarê Serdeştê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve hatine kuştin.

Fermandarê Hêzên Pasevanên Sînor ên Îranê yên li parêzgeha Urmiyê, Yehya Hisênxanî ragihand, endamekî wan yê bi navê Elî Beyramî ku xelkê parêzgeha Erdebîlê li bakurê Îranê bûye, roja Şemiyê li navçeyên sînorî yên bajarê Urmiyê di pevçûneke li gel şerxwazan de hatiye kutşin.

Yehya Hisênxanî di vê daxuyaniya xwe de mebesta xwe ji peyva şerxwazan diyar nekiriye, lê belê berpirsên Îranî gelek caran peyva şerxwazan ji bo partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê bi kar tînin.

Çavkaniyên Îranê dane xuyakirin ku di encama derketina şer di navbera hêzên Îranê û pariyeke Kurdê de li sinorê Bêwran yê serdeştê serbazekî wan bi navê Sasan Emîrxanî hatiye kuştin.

Heta niha ti partiyekê ranegihandiye ku li navîeya Serdştê şer di navbera wan û hêzên Îranê de derketibe.

Roja berî wê jî serbazekî din ê Îranê yê bi navê Sasan Emîrxanî li sînorê bajarê Serdeştê yên ser bi parêzgeha Urmiyê ve hatibû kuştin.

Heta niha ti partiyekê ranegihandiye ku li navîeya Serdştê şer di navbera wan û hêzên Îranê de derketibe

Yehya Hisênxanî, Fermandarê Hêzên Pasevanên Sînor li parêzgeha Urmiyê ragihandiye, ew serbaz roja Înê di pevçûnekê de li gel qaçaxçiyan hatiye kuştin.

Di wan salên dawî de, şer û pevçûnên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên Îranê û grûpên çekdarî û herwiha hêzên partiyên Kurdî de zêde bûne. Di 4ê Cotmeha îsal li sînorê bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê jî serbazekî Îranê bi navê Mihemed-Reûf Rizayî hatibû kuştin.

Li gor raportên Hêzên Parastina Sînor ên Îranê, di çend mehên bihorî de tenê li parêzgeha Urmiyê 9 kes ji hêzên Îranê di pevçûnên li gel partiyên Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin, herwiha du kesên din jî di bûyerên wergeryana otomobîlên serbazî de li ser sînor jiyana xwe ji dest dane.

Pêştir rêxistina Hengaw bo mafên mirovan belav kiribû, ku di demsalên Buhar û Havîn ên îsal de bi giştî li Rojhiltê Kurdistanê herî kêm 15 pevçûnên çekdarî çê bûne, ku di wan pevçûnan de 13 kes ji endamên Supaya Pasdaran û hêzên parastina sînor ên Îranê hatine kuştin û bi kêmanî 15 serbaz jî birîndar bûne.

Li gor Hengawê, pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên Îranê û hêzên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê HDKA anku PDKÎ û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de bûne.

Rudaw
Top