• Friday, 06 February 2026
logo

Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê: Rêvebirê Asayişa Serzêrê ji aliyê PKKê ve hate kuştin

Gulan Media October 10, 2020 Nûçe
Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê: Rêvebirê Asayişa Serzêrê ji aliyê PKKê ve hate kuştin
Rêveberiya Giştî ya Asayişa Herêma Kurdistanê li Hewlêrê derbarê kuştina Rêveberê Asayişa Deriyê Sînorî yê Serzêrê li navçeya Amêdê ya Duhokê, Xazî Alîxan Salih de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku ew ji aliyê PKKê ve hate kuştin.

Rêveberiya Giştî ya Asayişa Herêma Kurdistanê îro Şemiyê 10ê Cotmeha 2020an de derbarê derbarê kuştina Rêveberê Asayişa Deriyê Sînorî yê Serzêrê li navçeya Amêdê ya Duhokê, Xazî Alîxan Salih de li gundê Bîk Dawûda bi guleyeke nîşangiriyê hatibû kuştin, daxuyaniyek belav kir.

Asayişa Giştî li Hewlêrê ragihand ku piştî lêkolînên berfireh ên derbarê kuştina Xazî Alîxan Salih de, diyar bû ku ew ji aliyê PKKê ve hate kuştin.

Asayişê herwiha da zanîn ku pêştir jî ji aliyê PKKê ve rasterast û nerasterast PKKê êrişî Xazî Alîxan Salih kiriye.

Di heman demê de Asayişa Giştî li Hewlêrê wê bûyerê weke “êrişeke tirsonek a terorist” bi nav dike û dibêje ku ew kiryar dê bê bersîv nemîne.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Li hember wî karê terorî de helwesta me dê hebe.”

Roja 8ê Cotmeha 2020an, Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê, Xazî Alîxan di nav mala xwe de û di demekê de ku li gel mabata xwe bûye, bi gulle hatibû hedefgirtin û bi dijwarî birîndar bibû. Tevî ku bo nexweşxaneyê hatibû rakirin, lê belê ji ber dijwariya birînan di temenê 48 saliyê de canê xwe ji dest dabû.

Xazî Alîxan zewicî bû û 5 zarokên wî hebûn.

Xazî Alîxan di sala 1985an de tevlî refên Pêşmerge bûbû û sala 1988an jî penaberî Îranê bûbû û tevî birayên xwe beşdarî di şerê li dijî DAIŞê de jî kiribû.

Rudaw
Top