• Friday, 06 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Rêkeftina derbarê Şingalê de erênî ye

Gulan Media October 10, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Rêkeftina derbarê Şingalê de erênî ye
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê û rêkeftina navbera Hikûmeta federalî û Hikûmeta herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û got, ew rêkeftin erênî ye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuniyekê de derbarê îmze kirina rêkeftina duhê ya di navbera Hikûmeta herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya bo normalkirina rewşa Şingalê,de gotiye; Dest xweşî li tîma danûstandinê a herdu aliyan kir, herwiha spasî û destxweşiya taybet pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazim kir û got, rola wî diyar û bibandor bû ji bo serxistina danûstandinan.

Nêçîrvan Barzanî di heman demê de spasiya Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis Plasschaert kir ku ji bo vê rêkeftinê alîkar bûye.

Barzanî tekez kir, ev rêkeftin dibe sedema bihêzkirina baweriyê di navbera hikûmeta federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêvî kir, gavên din ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bêne avêtin.

Serokê herêma Kurdistanê daxwaz jî kir, pabendê bicîkirina wê rêkeftinê bin û ji hevparên navdewletî xwest, ji bo avakirina Şingalê û vejandina jêrxana wê alîkar bikin û ku bibe sedema aramî, bicîkirina aştiya civakî û bihêzkirina pêkvejiyan û lêborîna navbera pêkhateyan.
Top