• Friday, 06 February 2026
logo

Xanima ku alaya Kurdistanê bi destê xwe çêkiribû, koça dawî kir

Gulan Media October 10, 2020 Nûçe
Xanima ku alaya Kurdistanê bi destê xwe çêkiribû, koça dawî kir
Ew xanima ku alaya Kurdistanê bi destê xwe dirûtibû, koça dawî kir.

Duhî, Fatima Husênî, ew xanima ku di dema avabûna Komara Kurdistanê bi serokatiya pêşewa Qazî Mihemed de alaya Kurdistanê bi destê xwe dirûtibû, li bajarê Mehabadê koça dawî kir.

Fatime Husênî hevjîna wezîrê post û telefraf yê Komara Kurdistanê, Mîrza Kerîm Ehmedîn bû û li ser daxwaza Qazî Mihemed alaya Kurdistanê dirûtibû.

Basnews
Top