• Friday, 06 February 2026
logo

Trump: Operasyonên Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê gef in bo ser aramiya navçeyê

Gulan Media October 10, 2020 Nûçe
Trump: Operasyonên Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê gef in bo ser aramiya navçeyê
Serokê Amerîkayê rexneyên dijwar li Tirkiyê digre û dibêje, operasyonên wî welatî li Rojavayê Kurdistanê bandorê li operasyonên taybet bi rûbirûbûna DAIŞê dikin û gef in bo ser aramî û aştiya deverê.

Serokê Amerîkayê Donal Trump bi gef Tirkiyê xwar û got nabe derbasî Rojavayê Kurdistanê bibî û aramiya li herêmê xerab bikî û şerê li dijî DAIŞê lawaz bikî.

Koşka Spî daxuyaniyeke Serokê Amerîkayê Donald Trump belav kiriye û têde tê gotin: “Rewşa navxwe ya Sûriyê û girêdayî bi Sûriyê ve, bi taybetî karên hikûmeta Tirkiyê bo pêkanîna operasyonên serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê dibin sedema lawazbûna operasyonên taybet bi têkşikandina Dewleta Îslamî li Iraq û Sûriyê, jiyana welatiyên sivîl dixe metirsiyê, gefa li ser aştî, asayîş û aramiya navçeyê zêdetir dike û berdewam e ji wêya gefeke neasayî be bo ser asayîşa niştimanî û siyaseta derve ya Amerîkayê.”

Ev helwêsta Trump di demekê de ye, salek berî niha artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên hevkarên wê ser bi Opozisyona Sûriyê êrîşî Girê Spî, Serê Kaniyê û hinek navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Ew êrîş bû sedema canjidestdana bi dehan kes û koçberbûna dehan hezar kesên din û niha jî ew navçe di bin desthilata hikûmeta Tirkiyê û hêzên nêzîkê wê de ye.

Rudaw
Top