Tirkiye: Agirbesta li Karabaxê cihê çareseriya hertimî nagire
Piştî ku li ser destpêşxeriya Rûsyayê, wezîrên derve yên herdu welatên Azerbaycan û Ermenistanê duh Înê çûne Moskowê û di civînekê de bi amadebûna Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, dest bi danûstandinan kirin û piştî 10 demjimêran li ser agirbestê li hev kirin, wezaretên derve û berevaniyê yên Tirkiyê bi du daxuyaniyên cuda bertek nîşan dan.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser piştgiriya bo Azerbaycanê li hember Ermenistanê dike û dibêje, “agirbest cihê çareseriya berdewam nagire” û pêwîst e Ermenistan ji axa Azerbaycanê û herêma Nagorno Karabaxê vekişe.
Di daxuyaniya vê wezaretê de tê gotin: “Artêşa Azerbaycanê bo rizgarkirina axên xwe, dest bi qehremanîtiyê kiriye û serkeftinek mezin bidest aniye. Êdî pêwîst e Ermenistan ji van axan vekişe ku dagîr kiribûn û radestê xwediyê wê yê resen bike. Heya pêkanîna vê pêngavê, em dê berdewam bin li ser piştevaniya ji bo birayên xwe yên tirk ên Azerbaycanê.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê jî her helwêstek bi heman şêweyî nîşan daye û ragihandiye, agirbest ti deman cihê çareseriyeke hertimî nagire û daxwaz ji Ermenistanê dike, ku “ji herêma Nagorno Karabaxê vekişe.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê jî tekezî li ser piştgiriya Enqerê bo Bakuyê kiriye.
Her îro piştî ragihandina agirbestê li Nagorno Karabaxê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov peywendiyeke telefonî encam dan û Bayramov derbarê danûstandinên şeva bihorî yên di navbera Bakur û Yerîvanê de zanyarî dan Çavuşoglu.
Mevlut Çavuşoglu ragihandiye, Tirkiye piştgirî li her biryareke Azerbaycanê ya derbarê herêma Karabaxê de dike.
Duh li ser vexwandina Rûsyayê, wezîrên derve yên herdu aliyên şerker li herêma Nagorno Karabaxê, Ermenistan û Azerbaycanê serdana Moskowê kirin û bi amadebûna Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dest bi danûstandinan kirin.
Piştî 10 demjimêran ji danûstandina bê navber, Azerbaycan û Ermenistanê li ser rawestandina şer û ragihandina agirbestê li herêma Nagorno Karabaxê li hev kirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov lihevkirina herdu welatan derbarê agirbestê de aşkere kir û ragihand, herdu aliyên şerker li herêma Nagorno Karabaxê, Ermenistan û Azerbaycan ji demjimêr 12:00ê nîvro yê Şemiyê 10ê Cotmehê ve kiryarên serbazî yên li dijî hev radiwestînin, herwiha dest bi veguherîna dîlan û termên kuştiyan dikin.
Ji roja 27ê Îlona îsal ve qonaxeke nû ya şer û pevçûnan di navbera hêzên Azerbaycan û Ermenistanê û hêzên ermenî yên herêma Nagorno Karabaxê de destpê kir û her zû di navbera çend rojan de şer gurr û mezin bû.
Baku û Yerîvan, hevdu bi destpêkirina şer tometbar dikin.
Piştî derbasbûna 14 rojan di ser destpêbûna şerê li sînorê herêma Nagorno Karabaxê re, Azerbaycanê ragihandiye, ku artêşa wî welatî hejmarek bajarok û gund li bakurê rojhilat û başûrê rojhilatê herêmê ji kontrola hêzên Ermenî derxistine. Cebraîl û Madagis ji giringtirîn wan cihên ser bi herêma Nagorno Karabaxê ve ne, ku artêşa Azerbaycanê di şerê vê carê de kontrol kirine.
Tevî şerê li çeperan û eniyên pêş ên şer, herdu aliyan bi mûşek û topxaneyê bajar û cihên sivîlan jî kirine armanc. Artêşa Azerbaycanê ji destpêka şer ve bi berdewamî bajarê Stepanakert, paytexta herêma Nagorno Karabaxê topbaran û mûşekbaran kiriye û Ermenistanê jî duyem bajarê mezin ê Azerbaycanê û çend bajarên din ên Azerbaycanê daye ber mûşekan.
Di encama wan êrîşan de, ji herdu aliyan welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne.
Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev ragihandiye, Baku amade nîne dest ji mafên xwe yên li herêma Nagorno Karabaxê berde. Aliyev gotiye, weke “şansê dawî” ku ew didin, tenê rêyek li pêşiya Ermenistanê heye û divê Yerîvan bi tevahî hêzên xwe ji herêmê û “axa dagîrkirî” ya Azerbaycanê vekişîne.
Wezareta Derve ya Ermenistanê ragihandiye, karnameya civînên Moskowê tenê derbarê rawestandina kiryarên serbazî û mijarên mirovî de ne.
Serokwezîrê Ermenistanê, Nîkol Paşîniyan jî ragihandiye, welatê wî bawerî bi çareserkirina nakokiyên li ser herêma Nagorno Karabaxê bi rêya ji hev têgihîştinê heye û tekez kiriye, Ermenistan amade ye bo destpêkirina proseya siyasî ya taybet bi vê herêmê.
Berî ragihandina agirbestê, Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragihand, hêzên wî welatî li tevahiya eniyên şer di pêşveçûnê de ne û ti navçeyek ji dest nedane.
Wezareta Berevaniya herêma Nagorno Karabaxê jî ragihand, şer û pevçûn di navbera hêzên wan û artêşa Azerbaycanê de li tevahiya eniyên şer berdewam e, bi taybet li herdu eniyên başûr û bakurê herêmê.
Rudaw
