Rêveberiya Xweser: 3 nexweşên Coronayê mirin û 110 kes jî pê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Coronayê belav kir.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, Dr. Ciwan Mistefa ragihand, ku ji duh ve ta îro 3 kes ji tûşbûyên Coronayê jiyana xwe ji dest dane.
Ciwan Mistefa diyar kir, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 110 haletên nû yên pêketina bi Coronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin, ku 56 ji wan zilam û 54 kes jî jin in.
Li gor amarên nû, herî zêde li Dêrik û Hesekê haletên nû yên pêketina bi Coronayê hatine tomarkirin ku li Dêrikê 30 kes û li Hesekê jî 26 kes bi vê vîrusê ketine.
Desteya Tendirustiyê destnîşan kiriye, ku herî dawî li Hesekê 8 kes, li Qamişlo 8 kes, li Til Temir 1, Dêrik 10, Girkê Legê 3, Amûdê 2, Kobanî 18, li Reqa 32, li Tebqatê 10 kes û li Minbicê jî 13 halet hatine tomarkirin.
Desteyê ragihandiye ku di 24 demjimêrên bihorî de 17 kes ji nexweşên Coronayê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser baş bûne û bi vê yekê hejmara giştî ya kesên ku heta niha li herêmê baş bûne, gihîştiye 555 kesan.
Bi amarên nû re, li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve heta niha 2314 kes bi Coronayê ketine, ku 77 kes ji wan canê xwe ji dest dane.
Rudaw
