• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Barzanî: Ew rêkeftin dibe sedema normal bûna jiyana xelkê

Gulan Media October 10, 2020 Nûçe
Serok Barzanî: Ew rêkeftin dibe sedema normal bûna jiyana xelkê
dibêje rêkeftina han jiyana Êzidiyan normal dike.
Serok Barzanî derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyamekê de derbarê îmze kirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de peyamek belav kir û di peyamê de Serok Barzanî nivîsandiye; Spasiya her du hikûmetên herêm û Bexdayê dikim bo îmze kirina rêkeftina han, ew rêkeftin pêngaveke rast û erêniye û bandoreke gelek baş li ser normal kirina jiyana şêniyên deverê dibe.

Serok Barzanî herwiha nivîsandiye ew rêkeftina han dibe sedema kêm kirina êş û azarên xuşik û birayên Êzidî û derfetê bo vegera wan bo ser mal û milkên wan xweş dike.

Serok Barzanî herwiha hêvî xwestiye ku ew rêkeftina han pêngava yekem be bo çareser kirina tevahiya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê.
Top