Bi navbeynkariya Fransa, danûstandinên Ermenistan û Azerbaycan destpê dikin
Wezîrê Derve yê Fransa ragihand ku îro danûstandinên taybet bi herêma Nagorno-Qerbaxê li bajarê Cenêvê li Swîsra di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de destpê dikin.
Roja Duşema heftiya bê jî heman danûstandin wê li Moskow berdewam bin.
Fransa tevî ragihandina despêşxeriya xwe, Tirkiye tometbar kir ku destêwerdana serbazî di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de dike.
Wezareta Derve ya Ermenistanê ragihand ku niha ew hizir di hevdîtina rasterast di navbera Wezîrên Derve yên Ermenistan û Azerbaycanê de nakin.”
Duh Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihandibû, ku Ermenistan amade ye di şerê herêma Nagorno-Karabaxê de gavan paş de bavêje, eger Azerbaycan jê re amade be.
Serokomarê Azerbaycane Îlham Aliyêv derketina hêzên Ermenistanê weke şertê rawestandina şer daye zanîn û dibêje ku hêzên wan di dema çend rojên şer de pêşketinên baş bidest xistine.
Şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê li ser herêma Nagorno-Karabaxê bi giranî berdewam e, Azerbaycan dibêje, artêşa wî welatî du bajarok û hejmarek gund ji dest hêzên Ermenî derxistine, lê Ermenistan û rêveberiya herêma Nagorno-Karabaxê red dikin, ku ti bajar an bajarokek ketibe destê hêzên Azerî.
Şerê vê carê yê navbera Ermenistan û Azerbaycanê ji roja 27ê Îlona îsal ve destpê kiriye û herdu alî hevdu bi destpêkirina şer tometbar dikin.
Rûsya, Îran, Amerîka, Fransa û welatên ewropî û bang li herdu aliyên şer kirine, ku şer rawestînin û dest bi danûstandinan bo çareserkirina kêşeyên xwe bikin, lê Azerbaycan û Ermenistan bêyî ku guh bidin bangên civaka navdewletî, şerê xwe gurtir dikin.
Rudaw
