• Friday, 06 February 2026
logo

Encûmena Asayîşê li ser şehîdkirina Berpirsê Asayîşa Gumrigê daxuyaniyek da

Gulan Media October 9, 2020 Nûçe
Encûmena Asayîşê li ser şehîdkirina Berpirsê Asayîşa Gumrigê daxuyaniyek da
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser şehîdkirina Berpirsê Asayîşa Gumriga Serzêrê Xazî Salih Alîxan belav kir.

Berpirsê Asayîşa Gumriga Serzêrê Xazî Salih Alîxan vê êvarê ji aliyê çend çekdarên nenas ve bi çeka nişangir hat birîndarkirin û piştî veguhestina wî bo nexweşxaneyeke navçeya Zaxoyê, jiyana xwe ji dest da.

Li ser vê mijarê, Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand: “Xazî Salih Alîxan, Berpirsê Asayîşa Gumriga Serzêrê ya li devera Berwarî Bala, li gundê Bîgdaw bi destên tarî yên terorîstan hat şehîdkirin ku bûbû demek gefa kuştinê lê dixwarin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Em vê tawana tirsonek bi awayekî herî tund şermezar dikin û sersaxiya malbat û hevalên wî dixwazin.”

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de piştrast kiriye ku tawanbar dê baca vê tawanê bidin.

K24
Top