Hevseroka Şaredariya Qersê Şevîn Alaca hat girtin
Ew ceza piştî wê yekê hat ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Qersê de, 21 kesên ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ku Hevseroka Şaredariya Qersê Şevin Alaca jî di nav de bû, di operasyonekê de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.
Di nava kesên desteserkirî de ku bo dadgehê hatibûn şandin, 3 kes ji aliyê dadgehê ve bi merc hatibûn berdan û ji bo 3 kesên din biryara girtinê hatibû dan.
Duh roja Pêncşemiyê, Hevseroka Şaredariya Qersê, Şevîn Alaca û Serokê Şaxê HDPê yê li parêzgeha Qersê, Cengîz Anli tevî 3 rêveberên din ên HDPê yên bi navê Mustafa Yardimcier, Şengul Erkmen û Muazzez Çagritekîncî bo dadgehê hatin veguhestin.
Li gor agahiyan, dadgehê ji bo Şevîn Alaca, Cengîz Anli, Mustafa Yardimcier û Şengul Erkmen, bi tohmeta “endamtiya rêxistina terorê” biryara girtinê da.
Roja 25ê Îlona îsal, di çarçoveya lêpirsîna bûyerên Kobanî yên sala 2014an de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqerê ve hatiye destpêkirin, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li 7 parêzgehan ji bo desteserkirina 82 kesan operasyoneke mezin birêve birin.
Li ser biryara Dozgeriya Komarî ya Enqerê û derbarê bûyerên Kobanî yên sala 2014an de, li heft bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo desteserkirina 82 kesan operasyoneke mezin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hat destpêkirin.
Di operasyonê de Ayhan Bilgen Şaredarê Qersê û Altan Tan parlamenterê berê yê HDPê yê Amedê, herwiha hejmarek parlamenterên berê yên HDPê weke Sirrî Sureya Onder, Ayla Akat Ata û Emîne Ayna, bi giştî 20 siyasetvan hatibûn desteserkirin, ku dadgehê derbarê 17 kes ji wan de biryara girtinê dabû û 3 kes jî bi merc hatibûne berdan.
Ew kes bi handana xelkê bo encamdana kiryarên terorîstî di bûyerên sala 2014 de hatine tometbarkirin.
Di nava kesên girtî de, Ayhan Bilgen Hevserokê Şaredariya Qersê jî heye ku piştî biryara dadgehê bo girtina wî, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi biryarekê ew ji posta serokatiya şaredariyê avêt û li cihê wî qeyûm dan.
Di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de, HDPê 64 şaredarî ku 3 ji wan şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdîn bûn, bidest xistibû, lê niha tenê 6 şaredarî di destê HDPê de mane.
Rudaw
