• Friday, 06 February 2026
logo

PKK ret dike ku şervanên xwe şandibin Ermenistanê

Gulan Media October 9, 2020 Nûçe
PKK ret dike ku şervanên xwe şandibin Ermenistanê
Roja pêncşemê 08.10.2020an Partiya Karkerên Kurdiststanê (PKK) ret dike ku şervanên xwe bo şerê Azerbaycan û Ermenistanê şandibin Ermenistanê bo şarê Qerebaxê.

Berdevkê PKKê li Qendîlê Zagros Hîwa ragihand ew wan îddîayên PKKê hêz şandine Ermenistanê red dikin û bi ti awayî wan ti hêz neşandine Ermenistanê û bo li dijî Azerbaycanê şer bikin.

Herwiha Zagros gotiye ew îddîaya şervanên PKKê li Ermenistanê ne ji aliyê Tirkiyê ve hatiye belav kirin û Tirkiye dixwaze li herêmê şer û aloziyan li herêmê durist bike.

Di 27ê Îlonê de di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de şer li ser herêma Qerebaxê derketiye û Azerbaycan û Tirkiye îddîa dikin ku PKKê şervanên xwe şandine Ermenistanê û li dijî Azerbaycanê şer dikin.

Basnews
Top