• Friday, 06 February 2026
logo

Wezîrê Brîtanyayê pesnê rola hikûmeta herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge dike

Gulan Media October 8, 2020 Nûçe
Wezîrê Brîtanyayê pesnê rola hikûmeta herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge dike
Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Brîtanyayê ragehand, ‘’Wezîrê derve yê Brîtanyayê ji me re ragehand, bi hemû awayekî peyvendiyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê dê biparêzin.’’

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahîr ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me duh serdana wezareta derve ya Brîtanyayê kir û li gel wezîrê derve û geşepêdana karûbarê rojhilata navîn James Claverly em civiyan û çend pirsekî giring me guftûgo kirin.’’

Herwaha got, wezîrê Brîtanya ragehand, li ser parastina peyvendiyên li gel herêma Kurdistanê rijd in û got: ‘’Wezîrê derve û geşepêdana karûbarên rojhilata navîn pesnê rola hikûmeta herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge û xelkê Kurdistanê kir û peyvendiyên Brîtanya li gel herêma Kurdistanê bilind nirxand û ragehand; ku bi hemû awayekî ew peyvendiyane dê biparêzin. Û got, bihêzbûn û pêşkeftina herêma Kurdistanê di çarçoveya dewleta federal de daxwaza me ye û di berjewendiya Brîtnaya de ye.’’

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, wan spasî û pêzanînên hikûmet û gelê Kurdistanê jî gehandine hikûmeta Brîtanyayê bo berdewamiya piştevaniya wan li herêma Kurdistanê û got: ‘’Me ragehande wan ku herêma Kurdistanê dixwaze peyvendiyên li gel Brîtanyayê zêdetir ber bi pêş ve bibin. Bi taybet li ser asta aborî û çandî û zanistî û hilberînê li herêma Kurdistanê.’’

Basnews
Top