• Friday, 06 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî cejna Êzidiyan pîroz dike

Gulan Media October 8, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî cejna Êzidiyan pîroz dike
dibêje emê li ser hewlên xwe bo azad kirina rifandiyan berdewam dibin.
Hêviya cejneke aram bo wan dixwaze.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta cejna Cemayî ya Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir û hêviya cejneke aram û têje ji bextewerî bo wan dixwaze.

Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye; Di wê cejnê de ku bêyî babe Şêx û bêyî aheng tê pîrozkirin silav bo rohê babe Şêx dinirên û kar û çalakiyên wî yên bo Êzidiyan bilind dinirxînin û hêvî dikin cejnên dahatî xweştir û di rewşeke baştir de werin pîrozkirin.

Barzanî di berdewamiya peyama xwe de Êzidî pişt rast kiriye ku heta xuşik û birayeke Êzidî yê rifandî mabe, wê li ser hewlên rizgar kirina wan berdewam dibin.
Top