Li rojavayê Kurdistan 112 kes bi Koronayê ketin
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên bûrî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, kesekî li Hesekê bi Koronayê canê xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiya ragihand jî, 112 kesên din jî bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Haletên hatine tomarkirin: 30 kes li Dêrikê, 26 kes li Hesekê, 21 kes li Qamişlo, 13 kes li Girkê Legê, 4 kes li Tirbesipiyê, 3 kes li Rimêlanê, 3 kes li Amûdê, 2 kes li Til Temirê, 6 kes li Dêrazorê û 4 kes li Reqayê.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 14 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 2158 kesan, ji wan 530 kes baş bûne û 74 kesan jî canê xwe ji dest dane.
K24
