• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Barzanî bi Mîrê nû yê Kuwêtê re peywendiyeke telefonî encam da

Gulan Media October 8, 2020 Nûçe
Serok Barzanî bi Mîrê nû yê Kuwêtê re peywendiyeke telefonî encam da
Serok Barzanî peywendiyeke telefonî bi Mîrê nû yê Kuwêtê re encam da.

Roja çarşemê 7ê Cotmeha 2020an Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê peywendiyê bi Mîrê nû yê Kuwêtê Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah kir.

Di vê peywendiyê de Serok Barzanî bi helkefta destbikarbûna wî ya wekî Mîrê nû yê Kuwêtê pîrozbahiyê li Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah kir û di erk û karên wî de hêviya serkeftinê xwest.

Her di vê peywendiya telefonî de Serok Barzanî tekezî li ser dostayetiya her du aliyan û berdewamiya peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Kuwêtê de kir.
Top