Welîd Çolî: Projeyeke Amerîkayê ji bo rojavayê Kurdistanê heye
Welîd Çolî ji bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bersiv da pirsên Cemal Batun.
Li ser gotinên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ên derbarê pirsa Kurdî de, Welîd Çolî diyar kir ku daxuyaniyên Rûsyayê ne cara yekem e, dema guhertinek li rojavayê Kurdistanê çêbibe û Rêveberiya Xweser têkildar be, helwesteke Rûsyayê tim heye û got: “Carinan helwesta wan nerm bû û carinan jî hişk bû, niha hişkayî heye. Di gotinên xwe de eşkere dike, sedemên hişkbûnê bêtir wisa xuya dike ku Amerîka projeyeke wê heye ku sîstemeke serbixwe ji Kurdan re li bakur û rojhilatê Sûriyê ava bike. Ev jî sedemek e ku pirsgirêka Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê biteqe.”
Welîd Çolî destnîşan kir: “Sergey Lavrov tiştên rast got. Projeyeke Amerîkî heye, ne ku tine ye. Amerîka jî esas vê eşkere dike.”
Derbarê projeya Amerîkayê de ji bo rojavayê Kurdistanê, Welîd Çolî da zanîn: “Ev proje bêtir di çarçoveya lijneya destûrî de ye, li ser Cinêvê ye û di bin biryara navnetewî ya 2254 de ye, ne li derveyî vêya ye û Amerîka li ser vê gelek zelal e.”
Welîd Çolî herwiha eşkere kir: “Texmîna min, aniha Amerîka projeyên xwe li ser vê dikin, bêtir nêzîkahiya beşên Kurdî, piştî vê merhela duyem; nêzîkahiya beşên Kurdî û pêkhateyên din bi hevdû re û derbasî pêvajoya çareseriya Sûriyê bibin li Cinêvê. Yanî nêrîna Rûsan û a Amerîkiyan di vir de cuda dibe.”
Berî niha, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû; dibe ku çalakiyên Amerîkayê di pirsa Kurdî de rê li ber teqîneke cidî veke û diyar kiribû: “Rayedarên Amerîkayê hewl didin xweseriyeke Kurd a nîvdewlet damezrînin.”
Lavrov destnîşan kiribû; çalakiyên Amerîkayê di pirsa Kurdî de rê li ber teqîneke cidî vedike.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê digot: “Rayedarên Amerîkayê hewl didin xweseriyeke Kurd a nîvdewlet damezrînin. Em dizanin ku ew hewl didin Tirkan jî qayîl bikin ku îtiraz nekin. Di vê rewşê de mijar tenê bi Sûriyê ve girêdayî nîne, girêdayî pirsa Kurdî ye, pirsa Kurdî dibe ku wisa cidî biteqe ku em van rojan bigerin.”
K24
