Serokwezîrê Ermenistanê: Em amade ne li Karabaxê gav paş de bavêjin
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ji medyaya Fransî re ragihand ku ew li amadene li herêma Nagorno-Karabaxê gavan paş de bavêjin.
Paşînyan ragihand ku, Qerebaxa Çiya û Ermenistan ji wan tawizan re amadene ku Azerbaycan jê re razî be.
Li ser pirsa “li hemberî çekên teknolojîk ên Azerbaycan bikar tîne, çi derfetên we hene?” Paşînyan got: “Dibe ku hêza me ne wekî hev be, lê plana me heye ku em ji bo berevaniya xwe wê teknolojiyê pêş bixin.”
Ev yek di demekê de ye ku du roj berê şandeke taybet a Rûsyayê çûbûn Erîvanê, Nîkol Paşînyan jî duh serdana herêma Nagorno-Karabaxê kiribû û bi serokê herêma Nagorno-Karabaxê re civiyabû.
Serokomarê Azerbaycane Îlham Aliyêv derketina hêzên Ermenistanê weke şertê rawestandina şer daye zanîn û dibêje ku hêzên wan di dema çend rojên şer de pêşketinên baş bidest xistine.
Şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê li ser herêma Nagorno-Karabaxê bi giranî berdewam e, Azerbaycan dibêje, artêşa wî welatî du bajarok û hejmarek gund ji dest hêzên Ermenî derxistine, lê Ermenistan û rêveberiya herêma Nagorno-Karabaxê red dikin, ku ti bajar an bajarokek ketibe destê hêzên Azerî.
Şerê vê carê yê navbera Ermenistan û Azerbaycanê ji roja 27ê Îlona îsal ve destpê kiriye û herdu alî hevdu bi destpêkirina şer tometbar dikin.
Rûsya, Îran, Amerîka, Fransa û welatên ewropî û bang li herdu aliyên şer kirine, ku şer rawestînin û dest bi danûstandinan bo çareserkirina kêşeyên xwe bikin, lê Azerbaycan û Ermenistan bêyî ku guh bidin bangên civaka navdewletî, şerê xwe gurtir dikin.
Rudaw
