Erdogan: Macron provokasyonê dike
Erdogan di merasîmekê de axivî û got: "Weke Serokê Fransa, axaftina ser rewşa Îslamê derbazkirina sînoran e û bêrezî ye. Tu kî yî ku hevokeke mîna rewş û pirsgirêkên a Îslamê bi kar tînî?"
Erdogan û Macron meha borî di hevdîtineke bi rêya telefonê de, aloziyên li rojhilata Derya Sipî, derbarê nakokî û têkiliyên dualî nîqaş kiribûn.
Herdu serok herwiha li hev kiribûn ku têkiliyan baştir bikin û rêkên danûstandinê vekirî bihêlin. Lêbelê, Erdogan îro diyar kir ku Macron bi şîroveyên xwe peymana wan paşguh kir. Wî bi berdewamî got ku destnîşankirina Misilmanên li Fransa wekî cûdaxwaz dê bibe sedema pevçûnên mezin.
Herwiha Erdogan got: "Çawa ku me berî 10 rojan li hev kir ku têkilî û diyaloga xwe baştir bikin, binêrin wî çiqas zû ev ji bîr kir û daxuyaniyeke wiha da.”
Macron çi gotibû?
Macron di serdana taxa Les Mureaux ya xizan ya li bakurê Parîsê gotibû ku helwesta cûdabîr ya Îslamî tehdît dike ku hinek civakên Misilman yên li Fransayê bixe bin kontrola xwe.
Herwiha Macron gotibû ewê pêşniyareke qanûnê bişînin parlamanê ku fêrkirina ji malê û sînordar dike û piştgirî dide hînkirina zimanê erebî.
Hejayê balkkişandinê ye ku Tirkiyê û Fransa di NATOyê de hevalbend in, lêbelê li ser gelek mijaran wek şerê li Sûriye û Lîbyayê û lêgerîna hîdrokarbonê li rojhilata Deryaya Sipî dijî hev in.
Basnews
