Nasiriye- Xwepêşanderan baregehên hizban şewitandin
Ligor nûçeyeke malpera SomeriyeNewsê xwepêşanderên Nasiriyê duhê êvarê roja sêşemê 06.10.2020an baregehên hizban şewitandin.
Xopîşanderan ku weke çend kom û gurûb dabeş bibûn zirareke zêde ya maddî dabûn baregehên hizban û ew şewitandibûn.
Ji meha Çiriya Paşîn a 2010an heta niha xelkê Nasiriyê bi armanca daxwazên xizmetguzarî û derfetên kar xwepêpêşandanan dikin û hêzên emnî yên Iraqê û Heşdî Şabî jî bi çekan rûberû wan dibin.
Xwepêşander hizb û aliyên siyasî weke hokarên serekî yên rewşa xirab dizanin û hikûmet û berpirsên parêzgehê bi gendeliyê töhmetbar dikin. Herwiha gelek caran baregehan hizban şewitandine.
Basnews
