• Saturday, 07 February 2026
logo

Rojhilat - Kurdekî Bakûrî li ser sînor ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Gulan Media October 7, 2020 Nûçe
Rojhilat - Kurdekî Bakûrî li ser sînor ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin
Welatiyekî kurd yê Bakûrê Kurdistanê, li ser sînor ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî welatiyekî kurd yê Bakûr bi navê Şefîq Baga, ku ji bajarê Makû yê Rojhilat vedigeriya Bakûr, li ser sînor ji aliyê pasdarên Îranê ve rastî êrişê hat.

Li gorî agahiyan, ew welatiyê kurd di wê êrişê de giran birîndar bû û li nexweşxaneya bajarê Wanê canê xwe ji dest da.

Heta niha nayê zanîn ka ew welatiyê kurd kolber bûye yan na.

Basnews
Top