• Friday, 06 February 2026
logo

Pîrozbahiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Cemayê

Gulan Media October 7, 2020 Nûçe
Pîrozbahiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Cemayê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Cemayê ya Êzdiyan peyamek arasteyî Mîr, Civata Rûhanî, oldarên Êzdiyan û tevahiya Kurdên Êzdî yên li Herêma Kurdistanê û seranserê cîhanê kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ez pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî xwişk û birayên Êzdî yên li Kurdistanê û cîhanê, bi taybetî Mîr û Encûmena Rûhanî dikim bi boneya cejna Cemayê. Ez hêvîdar im cejn bibe egerê xêr û xweşiyê û dawîbûna êş û jan û derdeseriyên xwişk û birayên Êzdî.

Îsal bi sedema koça dawî ya cenabê Baba Şêx û belavbûna petaya koronayê, di rewşeke dijwar de em vê cejnê dikin. Hêvîdar im dawî li van nexweşiyan were û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmeteke bêtir bo xwişk û birayên Êzdî pêşkêş bike û rewşa devera Şingalê asayî bibe, da ku ewên heta niha di awareyiyê de dijîn, bi serbilindî bizîvirin ser mal û cih û warê xwe.

Mesrûr Barzanî
Top