• Saturday, 07 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî bi boneya cejna Cemayê Êzdiyan

Gulan Media October 7, 2020 Nûçe
Peyama Serok Barzanî bi boneya cejna Cemayê Êzdiyan
Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Cemayê Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mîrê Êzdiyan û Encûmena Rûhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Cemayê Êzdiyan pîrozbahiyê li Mîrê Êzdiyan û Encûmena Rûhanî ya Ola Êzdî û hemû xûşk û birayên Êzdiyên Kurdistan û hemû cîhanê dikim.

Her di vê helkeftê de em pêgirbûna xwe ya bi bingehên pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Kurdistanê dûpat dikin û careke din piştevaniya xwe jî ji bo daxwaz û mafên rewayên xûşk û birayên me yên Êzdî radigihînim.

Hêvîdar im ku xûşk û birayên me yên Êzdî hemû cejn û xweşiyên xwe di rewşeke aram û pir bi bexteweriyê de bi rê ve bibin û dawî bi wan êş û azarên wan bê ku di çend salên derbasbûyî de ji ber zulma terorîstan dîtine.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

06.10.2020
Top